Li gorî rapirsînan rewşa kurdî

Samî Tan

Xebatên zimannasiya civakî (social linguistcs) ji bo nasîna rewşa zimanekî pir girîng in. Di xebatên zimannasiya civakî de jî xebatên herî karîger û berbelav xebatên rapirsînê (anketê) ne. Heta salên 2000î li Tirkiyê û Bakur der barê kurdî de rapirsînê nehatine kirin, ên ku hatine kirin jî negihaştine ber destên me.

Di warê dîrok û rewşa zimanê kurdî de berhema herî navdar xebata Emîr Hesenpûr a bi navê “Nationalism and language in Kurdistan, 1918-1985 (Netewegirî û Ziman li Kurdistanê, 1918-1985”e. Wergera wê ya bi tirkî bi navê “Kürdistan’da milliyetçilik ve dil (1918-1985)” ji nav weşanên Avestayê derket û di warê hişmendiya kurdî de bû berhemeke sereke. Helbet mamoste Emîr Hesenpûr der barê ziman û nasnameya kurdî de gelek gotar nivîsandin.

Li Tirkiyê ji ber pest û pêkutiyan tu carî nekarî bi têkoşîneke girseyî xebata parastin û pêşvebirina zimanê xwe bike, loma jî mijara xebatên zimannasiya civakî jî neket rojeva wan. Têkoşerên doza kurdî digel mijarên din di qada zimên de jî hinek xebat kirin û berhem dan, lê ew xebat zêdetir berhemên rêziman, ferheng û hinek berhemên fêrkirina zimanê kurdî bûn; li medreseyên Kurdistanê ji Elî Teremaxî heta Ehmedê Xanî û Mele Mehmûdê Bayezîdî, piştre jî ji Civata Telebeyan Hêvî (Hînker), heta kovarên mîna Hawar, Ronahî, ji Xelîl Xeyalî heta Celadet Bedirxan, paşê jî kesên mîna Kemal Badıllı, Dr. Şivan, Mûsa Anter, Feqî Huseyn Sagniç û hwd. hinek berhemên rêziman, ferheng û hînkirina zimanê kurdî pêşkêşî gelê kurd kirin.

Di vê gotarê em dixwazin qala çend xebatên rapirsînê yên der barê zimanê kurdî de bikin û li ser hîmê daneyên wan rapirsînan der barê rewşa kurdî de çend tiştan bibêjin. Daneyên van rapirsînan ne tenê ji bo nasîna û têgihaştina rewşa kurdî, her wiha ji bo guhartina vê rewşê jî girîng in. Heke em dixwazin der barê zimanê xwe de hin kar û baran bidin ber xwe anku em dixwazin li dijî bernameya zimankujiyê, bernameyek parastin û pêşvebirina zimanên kurdî darêjin, hingî divê em bala xwe bidin van daneyan. Heta divê em qîma xwe bi wan jî neynin, rapirsînên berfirehtir û kûrtir bidin kirin, komên pispor li ser encamên rapirsînan xebatan bikin û polîtîka û bernameya me zimanî li ser wê bingehê teşe bigire.

Ev xebatên rapirsînê yên ku em ê qala wan bikin ji hêla Rawest Lêkolîn û Navenda Lêkolînên Qadê yên Civakî û Siyasî hatine kirin. Dema ku mirov bi awayekî giştî bala xwe dide daneyên van rapirsînan, rêjeyeke zêde hê jî li malê bi kurdî (kurmancî/ kirmanckî) xeber dide (sedî 68.4 her tim), lê belê li derve ew rêje (sedî 44.6) kêm dibe. Helbet rêjeyeke berbiçav jî êdî bi temamî dev ji kurdî berdaye, bi tirkî dijî.

Li gorî rapirsîna Rawestê (Projeya Nexşeya Zimanî/ 1Nîsan 2022) li Amedê mirov bi dê û bavê xwe re bi rêjeya sedî 32 tim kurdî, lê bi zarokan re bi rêjeya sedî 25.2 tim bi tirkî xeber didin. Heman rewş li Rihayê xerabtir e, li Rihayê ji sedî 4.6ê malbatan bi zarokên xwe re bi tenê bi kurdî xeber didin. Li Mêrdînê rewş hinekî din baştir e, ji sedî 15ê malbatan bi zarokên xwe re bi kurdî xeber didin. Helbet kesên ku bi kurdî re eleqedar in û çavdêriya rewşa kurdî ya civakî dikin, li hemberî van encaman şaşwaz nabin. Lê tiştê balkêş, tevî ku kurdî ne zimanê perwerdeyê jî, li gorî rapirsînan rêjeyeke zêde bi xwendin (sedî 30) û nivîsandina (sedî 25) kurdî dizane, divê ew zanîn bi pirsên ezmûnî werin peyitandin, ji ber ku li gorî vê rêjeyê divê bi hezaran (deh hezaran) pirtûkên kurdî werin xwendin, lê her wekî Ehmedê Xanî gotî, hê jî bazar kesad e, ji qumaşî re nîn e xerîdar.

Ev xebat heke ji bo kesên ku di qadê de ji bo parastin û pêşvebirina kurdî xebatê dikin bibin palpişt û rênîşandêr dê xizmeta doza zimanê kurdî bikin. Ev rapirsîn jî nîşan didin ku gelê kurd dixwaze zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê (sedî 99) û li Kurdistanê jî bibe duyemîn zimanê fermî (sedî 73.8), mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî bingehîn ê mirovan tê destnîşankirin. Gelek malbat dixwazin zarokên wan hînî kurdî bibin, lê belê di vî warî de xebateke rêxistinî û girseyî, plan û bernameyeke birêkûpêk nîn e. Li aliyê din hinek malbat jî bi hinceta ku kurdî bi kêrî tiştekî nayê, ji bo ku zarokên wan qaşo li dibistanê tengasiyê nekêşin zarokên xwe bi tirkî mezin dikin. Rêjeya kesên ku wiha difikirin di rapirsînan de pir kêm e, lê belê li gorî çavdêriya me hejmara kesên ku wiha difikirin û ji ber vê yekê zarokên xwe bi kurdî mezin nakin pir zêde ye û ji bo guhartina vê hişmendîyê xebateke taybet pêwîst e.

Ez hêvî dikim kes û saziyên ku di qadê de têdikoşin bala xwe van xebatên zimannasiya civakî, li gorî wan daneyan plan û bernameyên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî amade bikin û dest bi xebateke birêkûpêk û dûvedirêj bikin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx